
Ev feraseta faşîzmê ye
Nivîskar N.Mehmet Guler, ji ber di pirtûka xwe ya bi navê “Biryarên ji Mirinê dijwartir” de hate darizandin û ji aliyê dozgerekî ve beraeta wî hate xwestin.
30/03/2010
Nivîskar N.Mehmet Guler, ji ber di pirtûka xwe ya bi navê “Biryarên ji Mirinê dijwartir” de hate darizandin û ji aliyê dozgerekî ve beraeta wî hate xwestin. Lê ji aliyê dozgerê nû ve dîsa bi hinceta di pirtûkê de 12’ê Îlonê rexne dike bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” darizandina wî hate xwestin. Guler, bertek nîşan da û anî ziman û di demek ku rexnekirina 12’ê Îlonê suc be ne pêkan e darbekar bên darizandin.
Nivîskar N.Mehmet Guler, ji ber di pirtûka xwe ya bi navê “Biryarên ji mirinê dijwartir” nivîsand, li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Beşîktaşê bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hate vekirin. Piştî doz li Guler hate vekirin, dozgerê berê di danişînê de beraeta Guler xwest, lê dozgerê nû bearet red kir. Dozgerê nû bi hinceta Guler di pirtûka xwe de 12’ê Îlonê rexne kiriye bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” xwest bê cezakirin.
Nivîskar Guler, bertek nîşanî vê yekê da û anî ziman ku divê teqez Tirkiye bi rastiya xwe re bê rûqalî hev. Guler, anî ziman ku divê Tirkiye rastiya 30 salên dawî li ber çavan bigre û li gorî vê rastiyê tevbigere. Guler, destnîşan kir ku êş û jarên civakê herî baş bi wêjeyê tên ziman û wiha got: “Ji ber ku min ev rastî di romana xwe de nevîsand, dozger ji nava romanê hevok hilbijtin û ji ber vê yekê jî doz li min vekir. Her wiha di romanê de mijara evînê jî kirine suc.”
Mehmet Guler, darizandina ji bo nivîsandina pirtûkê rexne kir û da zanîn ku qedexeya li ser çand, huner û wêjeyê feraseta faşîzmê ye. Guler, bibîrxist ku di 30 salî de şerek pêk hatiye û wiha got: “Ev şerê di 30 salan de pêk hatiye û tahrîbata li pey xwe hiştiye nayê înkarkirin. Min di vê pirtûka xwe de êş û azarên hatin jiyandin vegot. Kuştin, windakirin, sirgun û êş hatin jiyandin. Civak birîndar bûye. Divê ev birîn û êş bi wêje û hunerê bê ziman. Her wiha divê ev yek neyê darizandin û cezakirin.” Guler, destnîşan kir ku ji ber wî 12’ê îlonê rexne kiriye tê darizanin û ev yek jî şermek e. Guler, daxuyand ku heta kesên 12’ê Îlonê rexne dikin bên darizandin, ne pêkan e ku darbekar bên darizandin. Guler, xwest ji bo darbekar bên darizandin astengî û qedexe ji ser raman û wêjeyê rabin. WAN
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder