
Kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi boneya Hefteya Qehremaniyê li Edene û Wanê hatin bibîranîn.
28/03/2010
Kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi boneya Hefteya Qehremaniyê li Edene û Wanê hatin bibîranîn.
Li Wanê bi boneya Hefteya Qehremaniyê ji aliyê MEYA-DER’a Wanê ve çalakiyek hate organîzekirin. Endamê koma aştiyê Hamiyet Dînçer, Parlamenterê BDP’ê Ozdal Uçer, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Şaredarê Çelebîbaxê Veysel Keser, Dayikên Aştiyê û bi sedan kes beşdarî çalakiya bibîranînê bûn. Di salonê de wêneyê fermandarên PKK’ê hatin daliqandin û malbata PKK’iyên ku jiyana xwe ji dest dane wêneyên wan danîn ber sahneyê. Ozdal Uçer axaftinek kir û anî ziman ku gelê kurd bi salan li dijî neheqiyê serî hildane û wiha got: “Bi xêra kesên ku li çiyayên Kurdistanê têkoşîna azadiyê dane li hemberî zilmê serî rakirina gelê kurd hatiye vê astê.” Rêvebirê BDP’a Wanê Nurettîn Turgut anî ziman ku bersiva herî baş a gelê kurd ya li dijî înkar û îmhayê ew e ku yekîtiya xwe ava bikin. Di bernameyê de sînevîzyonek hat nîşandan û hunermendên NÇM’ê stran gotin. Di bernameyê de bê navber sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û Şehîd namirin’ hatin avêtin.
Li navçeya Seyhana Edeneyê li taxa Gulbahçeyê ji aliyê MEYA-DER’ê ve li Mala Demokrasî û Çandê bi boneya Hefteya Qehremaniyê çalakî hat lidarxistin. Serokê BDP’a Edeneyê Zekî Karataş, DYG, endamên Meclîsa Jinan a BDP’ê û rêvebirên BDP’î beşdar bûn. Di bernameyê de nameya Mazlum Dogan a dawî hat xwendin û sînevîzyona ku mijara wê Ocalan û lehengên PKK’ê yên wekî Mahsum Kormaz in hat nîşandan. Di bernamayê de bênavber slogana ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin avêtin. Çalakî piştî muzîkê bi dawî bû
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder