2 Nisan 2010 Cuma

World Wide Web

(WWW anjî bi hesanî Web) cîheke agahî xwendin-nivîsandina yê cîhanî ye.

Wek çavkanî tên zanin, bi kûrtî û tenê ye, dokumanên nivîskî, wêne, multimedia û her wek agahiyên din, gerîna nasîkerê cîhanî bi Uniform Resource Identifiers (URIs) peyda dibin kû rêya hesantirê ji bona hundir ketinê wî.

Web yek jî bernameyên Internetê ye, bi postaya elektronîk, mesajgerê zû, Usenet, hwd.

Web piştiya salan Internetê de hat îcad kirin, lê Web bi xwe îmkanên bona gelê da û ne wekî Internetê bû.

YOU TUBE

YouTube sîtekî bi nav û deng ku bikarhêner têde dikanin vîdeoyan upload bikin, binêrin û leva bikin. YouTube li sibata 2005 ji 3 xebatkarên Paypal hate sazkirin. Ev sîte ku ofîsên wî li San Bruno, California ne ji bo peydabûna vîdeoyan teknolojîya Flash bi kar tîne. Di naverokê fireh ê vê sîtê de, meriv bi piranî vîdeoyên muzîkê, parçên fîlm û şowan, programên tv û blogên video dibîne.

Şîrket ku vîsta 67 xebatkaran dixebitîne, jî ji Time Magazine ve jê re 'Invention of the Year' ('Çêkirina Salê') ji boy sala 2006 hatîye gotin. Li cotmeha 2006, Google,Inc., da nasîn ku lihevkirinekê gihîştibû ji bona ku kompanîyê bistîne, biha vê standinê jî 1.65 mîlyar $ bû. Lihevkirin li 13ê mijdara 2006 hate girtin.

YouTube ji Chad Hurley, Steve Chen û Jawed Karim ve hate sazkirin. Ew gişk xebatkarên PayPal ên kevn bûn. Berî ku dest bi xebata PayPal kiribû, Hurley li Indiana University of Pennsylvania design xwendibû. Chen û Karim bi hev re li University of Illinois at Urbana-Champaign zanistîya komputeran xwendîye. Navê sîta 'YouTube' li 15ê sibata 2005 hate derxistin, û sîte di mehên paş de hate pêşvebirin. Sazberan pêşdîtineke sîtê li gulana 2005 pêşkêşî herkesîn kirîye, û şeş mehên paşê, destpêka fermî ya YouTube bû.

MALPER

Malper ango bi îngilîzî Web Site li ser înternetê rûpela şexsî ye. Malper li ser medyaya cîhana nû, ku navê wê înternet e, rûpel an jî paceya mirov e.

Bi derketina înternetê re malper bûye para herî girîng. Zêdebûna malperan li ser înternetê jî bûye xezîneyeke nedîtî ya agahî, zanîn û saloxan.

Wekî tê zanîn înternet her wekî Radyo û Televizyonan medya tê dîtin û wekî bandor ji wan bêhtir jî dîtin. Bi vekirina malperekê mirovek sînorên di navbera xwe û hemû cîhanê de radike û li her dera cîhanê mirov dikarin her gav têkevin wê rûpelê û agahiyên nû bibînin.

Malper li ser înternetê ji aliyê hêzên aborî ve amûreke nedîtî ye. Saziyên aborî bi riya malperan hewl didin ku bêhtir danasîna xwe bikin û hilberînên xwe bifiroşin. Lê saziyên civakî jî bi riya malperan xwe didin nasîn, xurtir dikin, perwerdehiyên xwe li dar dixin, endamên xwe dicivînin û agahdar dikin, her wisa jî çalakiyên xwe birêxistin dikin.

frekirîye komunîkasyMalpersazî karê kesê ku malperan amade dike ye. Lê Bernameyên Malpersaziyê di nav karê malpersaziyê de dikarin bên vegotin. Bi giştî Malpersazî kar û barê çêkirina malperan e.

Malpersaziya bi Zimanan

Malpersaz bi çi zimanê malpersaziyê bizane, dikare bi wî zimanî amade bike. Zimanên malpersaziyê bi kinasî dikare wekî HTML, PHP, ASP, Flash û hin wekî din bête rêzkirin. Bingeha van zimanan HTML ye. Malpersaz ji van zimanan kîjanê bizane, li gor wê dikare malperê amade bike.

Malpersaziya Scriptan

Gelek malpersaz scriptên amade bi kar tînin. Ev jî bi kinasî wekî PHP-Nuke, joomla!, post nuke, php-fusion û ASP script bên rêzkirin. Malpersaz pakêta yekê dadixe ser komputera xwe û li ser komputera xwe saz dike. Ji bo sazkirinê divê bernameyeke localhost jî hebe. Mînak appserv-win32-2.5.6 tê sazkirin û li ser wê pakêtek scriptê tê danîn. Dûre jî malpera ku hatiye amadekirin bi riya bernameyeke FTP ji bo pêşkêşkerê tê şandin. Yanî di hostingê de tê bicihkirin. Wekî mînak bernameyeke FTP jî FileZilla hem belaş e, hem jî nivîsbariyeke azad e.

Di vê mijarê de gelek pirtûk û nivîs ji malperên kurdî dikarin bên berhevkirin û sûde jê bêne girtin. Wekî mînak pckurd.net, bername.net û hwd.

. PHP Çi Ye?

PHP, an jî bi navê xwe yê fermî "PHP: Hypertext Preprocessor" (PHP: Pêşxebatkarê Hipernivîs), di nav HTML'ê de dikare were nixumandin. Mirov dikare bi alîkariya wê kod ên ku ji aliyê pêşkêşker ve tên xebitantin binivîse. Zimanekî bi tevahî kod ên eşkere bi kar tîne ye. Wate, ji bo çêkirina naverokeke çalak mirov dikare vî zimanê bernamekariyê bi kar bîne.

PHP zimanek ji zimanên bernamekirina webê ye. Her wiha, cihê ku herî pir lê tê bikaranîn jî web a herî mezin, ango înternet e. Di înternetê de daneyên rûpelan, bi bikaranîna protokolên belî ji deriyekî komputerê dihere yê din.

Ev çûn, an jî ev birin, li ser bingeha TCP/IP pêk tê. HTTP (Hyper Text Transfer Protokol) jî dibe pûl a li ser vê nameyê.

Dema tu dixwazî www.malperamin.com vekî, komputera te ji pêşkêşkera ku wê rûpelê pêşkêş dike re nameyekê dişîne, wekî daxwaz. Ev daxwaz ji aliyê pêşkêşker ve tê bersivandin. Ji danûstandinê re bi kinasî wiha tê gotin "daxwaz-bersîv."

PHP wekî Linuxê xwedî zagonên "Pergala Vekirî" ye. Ango bi van zagonan ve girêdayî ye. Her kesê ku dixwaze, dikare guhertinan li gor zanebûna xwe lê zêde bike. Lê nikare ji vê guhertinê pereyan qezenc bike. Divê guhertinên xwe ji her kesê ku dixwaze re eşkere jî bike.

Avakarê Wê

Rasmus Lerdorf, di destpêka dîroka înternetê de, wate di wan salên 1990'î de ku hîn înternet nû belav dibû de, ji xwe re li karekî digeriya. Fikirî ku kurtejiyana xwe di rûpelekê de binivîse û dema çû ji bo kar serî li derekê da, vê navnîşanê bide wan. Lê wan deman, bi taybetî jî di tora Unix a zanîngehan de ku pêşkêşkerên web hatibûn sazkirin, çêkirina rûpeleke şexsî ne karekîhêsan bû.


Kî rûpelekê ji xwe re çêke û têxe pêşkêşker, heke roja yekem lê hay nebe jî, roja duyem dê meraq bike bê çend kes ketine malpera wî, çi fikirine û xwestine jê re çi bibêjin. Lerdorf kurtejiyana xwe xist pêşkêşker û wî jî meraq dikir ku çend kes vê kurtejiyana wî dixwînin. Wan salan di hindurê wê de motoreke berhevkar hebû ku yek-du makro fêm dikir. Çend amûrên ku di piraniya malperên şexsî de hene; lênûska mêvanan, hejmarok û hwd tê de cih digirt. Lerdorf di sala 1994an de li ser vê meraqa xwe PHP (Personel Home Page) bi pêş xist..

Beşeke mezin a vê nivîsbariyê ji zimanê Perl hatibû standin. Navê Personel Home Page (Serûpela Şexsî) lê kiribû. Vê nivîsbariyê gelekî bal kişand û hate bikaranîn.

Lerdorf pêvekên ku wekî form daneyên ji serîlêderan hatine berhev dike nivîsî. Navê vê bernameyê bû PHP/FI (Form Interpreter / Şîrovekarê Formê). Hinekan navê PHP2 li vê guhertoya bernameyê kir. Ev nav, tevî ku bername gelekî guherî û bi pêş ket jî demeke dirêj neguherî.

Lerdorf di 1993an de motora berhevkar ji nû ve nivîsand. Navê wê bû PHP/FI V2 Vê guhertoyê formên agahiyan ên HTML bi kar dianî. Dema desteka mySQL jî li vê yekê zêde bû, PHP/FI êdî ji dayika xwe bû.

Pêşî ji gel re ne vekirî bû. R.Lerdorf fikirî ku ev nivîsbariya ku ji bo xwe amade kiriye ji aliyê kesên zêde webê nasnakin ve jî dikare bi hêsanî were bikaranîn. Di sala 1995an de bi navê "Personel Home Page Tools" li gel hate vekirin. êdî gelek kesan destek dayê û kod ên wê bi hevkarî bi pêş xistin. Ji lew re bi lez bi pêş de çû.

Rasmus Lerdorf di nîvê sala 1995'an de komek ava kir. Di vê komêde Zeev Suraski, Stig bakken, Shane Caraveo û Jim Winstead hebûn. Heta wêdemê PHPê ji "Perl"ê deyndariyeke dewamî dikir. Vê komê PHP ji vî awayî rizgar kir. PHP kirin (Object-Oriented) "Berêveyî Bireser." Ew êdî zimanekî bernamekirinê yê bi vî rengî bû. Ev kom ji bo kêrhatinên dîtir li PHPê zêde bike, hey xebitî.

Di 1997an de Zeev Suraski û Andi Gutmans motorê berhevkar bi tevahî ji serî de nivîsandin û ji bo PHP V3 bingehek çêbû. Dû re jî PHP V4 ji serî ve hate nivîsandin. PHP Hypertext Processor ji bo serkeftinan amade bû.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder